• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkiyê bersiva ‘şewitandina 100 kesî’ da

Tirkiyê bersiva ‘şewitandina 100 kesî’ da
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bersiva daxwaza Neteweyên Yekbûyî bo lêkolînê li ser şewitandina zêdetirî 100 kesî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bike, da û ragihand, ew amade ne pêşwaziya Komsiyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bikin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Prînce Zeid Ried Zeid al-Hussein duh ragihandibû ku di destên wan de raporên pêzanînên ên li Cizîrê bi sedan mirov bi awayekî zindî hatine şewitandin heye û ew dixwazin li cihê buyerê lêkolîn bê kirin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Tanju Bilgiç li ser malpera fermî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek da û têde bersiva daxwaza Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Prînce Zeid Ried Zeid al-Hussein da.

Tanju Bilgiç red kir ku daxwazên yekîneyên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve bo serdana bajarên Bakurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve hatibin redkirin.

Di daxuyaniya Bilgiç de wiha hat gotin:"Ne pêkan e ku em daxuyaniyên Komîserê Neteweyên Yekbûyî Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein yên dibêjin ku daxwaza Yekîneyên NY bo serdana herêma başûrê Rojavayê Tirkiyeyê nehatiye pejirandin, bipejirînin.”

Bilgiç ragihand eger bixwaze, em amade ne bi kêfxweşî pêşwaziya wî bo serdana bajarên Bakurê Kurdistanê bikin.

Reid Hussein duh ragihandibû ku mafên mirovan li Bakurê Kurdistanê têne binpêkirin û gotibû, pêwîst e lêkolîn li ser “şewitandina 100 kesî” li Cizîrê bibe.


Hussein herwiha anî ziman xelkên sivîl li Bakurê Kurdistanê li ser destê artêşa Tirkiyê hatine kuştin derbarê binpêkirinên mafên mirovan da daxwaza lêkolînê kiribû.

Rudaw
Top