• Saturday, 21 February 2026
logo

Şandeke Şingalê tevlî civîna NY dibe

Şandeke Şingalê tevlî civîna NY dibe
Şandeke îdareya bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê, li navenda sereke ya Netewên Yekbûyî (NY) li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, tevlî civîna wê rêxistinê dibe. Qayîmeqamê Şingalê jî dibêje, emê li wir li dijî Iraqê dozê vekin!

Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re eşkere kir ku NY şandeke îdareya Şingalê bo civînê vexwendiye New Yorkê.

Mehma Xelîl da zanîn ku şanda Şingalê dê li wir behsa komkujiya kurdên êzîdî, gîrobûna avedankirina Şingalê û vedana gorrên komî yên kurdên êzîdî û hinek mijarên din bike.

Qayîmeqamê Şingalê her wiha diyar kir ku şanda han dê daxwaz ji NY bike hewlên ciddî bide ji bo rizgarkirina jin û zarokên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Li gorî agahiyên Mehma Xelîl, şanda Şingalê dê li dijî Iraqê dozê veke ji ber ku hikûmeta Iraqê bûdceya pêwîst ji bo Şingalê terxan nekiriye û hewla rizgarkirina jin û zarokên êzîdî yên di destê DAIŞê de nedaye.

Qayîmeqamê Şingalê ev jî got ku dê şanda Şingalê ji NY daxwaz bike ku Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top