• Saturday, 21 February 2026
logo

Obama: Dê şerê li dijî Daişê li Îraqê û Sûrîyê berfiretir bikin

Obama: Dê şerê li dijî Daişê li Îraqê û Sûrîyê berfiretir bikin
Serokê wîlayetên yekgirtîyên Amerîka daxwaz ji civata asayîşa neteweyîya welatê xwe kir, rêkarên berfire kirina şerê dijî Daişê dest pê bikin.

Barak Obama di kombûna digel civata asayîşa neteweyîya Amerîka da berfire kirina şerê dijî Daişê gotubêj kir û tîma xweraspard, hewlên hevpeymanîya navdewletî li Îraqê û Sûrîyê bên berfire kirin.

Koçka spî jî ji Obama xwestîye, her çi zû pêdaçûnê bo stratejîya jinav birina rêxistina Daişê bêt kirin.

Nêzîkî 20 mehane, wîlayetên yekgirtîyên Amerîka serpereştîya hevpeymanîya dijî Daişê li Îraqê û Sûrîyê dike ku bêtirî 60 welatan endamin têda.

War.tv
Top