AMED - Bombe bi servîsa polîsan ve teqiya; 3 kuştî, 45 birîndar
Li gor zanyariyên, teqîn di saet 16:30an de û li navçeya Baglar û li Bulvara Dîcleyê qewimiye.
Hat zanîn, êriş li dijî tîmên polîsan pêk hatiye.
Piştî teqînê hejmareke zêde ya ambulansan bo cihê bûyerê hatine birêkirin.
Walîtiya Amedê derbarê teqînê de daxuyaniyek d aû têde ragihand, di encama teqînê de 3 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn, ku 12 ji wan ji hêzên polîs in.
Tîmên hawarçûnê jî li cihê teqînê amade bûn û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hat zanîn, ku kesên birîndar bo Nexweşxaneya Rahênan û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcle, Nexweşxaneya Selahattin Eyubi û Nexweşxaneya Leşkerî hatine veguhastin.
Ji ber bihêziya teqînê zirarek mezin gihîştiye gelek avahî û bînayê nêzîk cihê ku teqîn lê qewimiye.
Rudaw
