Hengarya: Em dê berdewam alîkariya Pêşmerg bikin
Wezîrê Bergiriya Hengarya Stefan Senegescu got: “Em şandekin, berpirsê asayişa niştimanî û serkirdeyê hêza bergiriya Hengarya, me serdana Herêma Kurdsitanê kir.”
Amaje bi wê yekê jî kir: “Em hatine jibo bêhtir alîkariyê bikin, Hengarya beşeke ji Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê û berdewam alîkariya Pêşmerge di şerê li dijî terorê de dike.”
Herwiha got: “Leşkerên me hene, hebûna wan girînge, bêhtir ji 150 serbazên Hengarî rahênanê bi Pêşmerge dikin, em dixwazin hejmara wan ji wilo bêhtir jî bikin.”
Stefan Senegescu di dirêjeya axaftina xwe de got: “Ji bilî rahênana Pêşmerge, Hengarya dixwaze hejmarek Pêşmerge bibe Hengarya jibo wan rahênana bike û aştiyê li naçeyê biparêzin.”
Dawî got: “Hengarya berdewam hana aştiyê li navçeyê dide, me xwest ezmûna xwe bidin Herêma Kurdistanê, zor spas bo Pêşmerge li ser vê bergiriya wan.”
Basnews
