Çapemeniya Amerîkayê qala dengwedana hevpeyvîna Mensûr Barzanî dikin
Piştî ku roja înê şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mensûr Barzanî, di derbarê rewşa Iraq û pêşeroja Herêma Kurdistanê de hevpeyvîna li gel hate weşandin, di çapemeniya cîhanê de dengwedanek giring da û di vê çarçovê de malpera Amerîkayê ya Oil Price di babetekî de dengwedana vê hevpeyvînê û li hember vê hewldanên Îranê îşaret pê dike û dibêje: ‘’Naha Îran dest davêje vê mijarê û hewl dide bi hemû awayekê rê li parçebûna Iraqê bigre.’’
Herwaha vê malperê, piştî hevpeyvîna şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, ji hevpeyvînê hin babet helbijartine û dibêje: ‘’Iraq welatekî şikest xwariye, xelkên li wê derê bi zorê di nav sînorên Iraqê de dimînin. Ji ber vê jî ber bi pêşerojekî ne diyar ve gav davêjin.’’ Heman demê de dibêje: ‘’Îranê heta naha pir bi hişyarî di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêngav davêtin. Naha wa diyare zengila agahdarkirina wan hebe, ji ber vê jî hewl dide rê li dabeşbuna Iraqê bigre.’’
Piştî ku duh 09.05.2016 gotûbêjê wezareta derve yê Îranê Cabir Ensarî diyar kir: ‘’Hêvîdarim berpirs û paydarên Iraqê ewlehiyetê bidin şerê li dijî DAIŞê û ev jî tenê bi yekpareyî ya Iraqê pêkan e.’’ herwaha got: ‘’Serbixweyî û Yekpareyî ya Iraqê ji bo Îranê giringe û Iraq bi yekpareyî yê dikare li hember krîzan pêşî lê bigre.’’
Basnews
