• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezîrên Kurd di civîna Hikûmeta Iraqê de beşdarnebûn

Wezîrên Kurd di civîna Hikûmeta Iraqê de beşdarnebûn
Hersê wezîrên Kurd di Hikûmeta Iraqê de li civîna Hikûmeta Iraqê amadenebûn û biryare heta ku pirsgirêk neyên yekalî kirin ew di civînana de beşdar nebin.

Îro 10 Gulanê, hersê wezîrên Kurd di Hikûmeta Iraqê de beşdarî civîna Encûmena Wezîrên Iraqê nebûn, ev yek jî tê piştî ku hemû parlementarên Kurd jiber gefên alîgirên Rewta Sedir û êrîşa wan bo ser parlemen ji Bexda vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Berî niha Wezîrê Koç û Koçberan Dr. Derbaz Mihemed ragehandibû: “Nebeşdarbûna me pêwendiya wê bi daxwazek serokên firekesyonên Kurdistanî ve heye û çavê me li riya biryara serkirdayeta siyasî ya Kurd e.”

Derbaz Mihemed got jî: “Heta niha gotûbêj li ser dawî helwêsta Kurd nehatiye kirin, li dibe ku Kurd bi temamî ji hikûmetê vekişinû bibin opozisyonê.”

Basnews
Top