Rewşa dawî li Xurmatû: Hîn jî milîsên şîe malên kurdan dişwitînin!
Di heyamên berê de kurd, tirkmen û erebên Xurmatû li kêleka hev û di nav atmosferek biratî de dijiyan û ti kêşe û nakokiyek jî di navbera wan tinebû. Lê bi hatina Heşda Şeibî re, mezheb pir derket pêş. Heşda Şeibî dixwaze çanda pêkvejiyanê li nav bajêr nehêle û bajêr bike bajarê şîeyan.
Li gorî agahiyên heftenameya BAS, heta niha 2 caran di navbera hêzên Pêşmerge û milîsên şîe de li Xurmatû şer derketiye ku yekemîn car meha Mijdara par û cara duyemîn jî Nîsana îsal bû. Heta niha rayedarên YNKê û Heşda Şeibî pênc caran li ser rewşa Xurmatû civiyane. Çend civînên din jî di asta herêmî de hatine kirin. Herî dawî du civîn li firokexaneya leşkerî ya Sidîq a Xurmatû hatin kirin. Di wan civînan de ku rojên 24 û 27ê Nîsanê hatin kirin, bi serperştiya serokê rêxistina Bedir, Hadî Amirî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hatin encamdan.
Di wan civînan de her du alî li ser sekinandina şer û aloziyan li hev kirin lê hîn civîn xilas nebibû, milîsên şîe taxên kurdan ên Xurmatû dan ber topan û nîşangirên wan jî teqe li welatiyên kurd kirin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê dane BAS, hinek ji wan nîşangiran, pasdarên Îranê bûn.
Li gorî agahiyên BAS, yek ji xalên rêkeftina navbera Heşda Şeibî û YNKê, ragihandina agirbestê bû û biryar hat dayîn ku her kes û hêza ku li Xurmatû aloziyê çêbike, demildest were girtin û tiqûfkirin. Xaleke din a wê rêkeftinê ew bû ku hêzek hevbeş ji Pêşmerge û milîsên şîe pêk were û ew hêz ewlehiya Xurmatû biparêze.
Ruxmî rêkeftinê, milîsên şîe dîsa êrişî malên kurdan kirin û çend mal şewitandin û wêran kirin her wiha daxwaz kirin Alaya Kurdistanê li ser banê depoya (imbar) genim a Xurmatû nemîne, ev jî bû sedema nerazîbûnek mezin di nav kurdên Xurmatû de.
Berpirsê Melbenda YNKê li Xurmatû, Mela Hesen Germiyanî ji BAS re ragihand, piştî ku di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de rêkeftin hat îmzekirin, roj bi roj rewşa Xurmatû baş dibe. Şer û teqe nemaye û bajar aram bûye. Hêza hevbeş pêk hatiye û hêza han mijûlî bicîhanîna xalên rêkeftinê ye. Baregah û navendên ku Heşda Şeibî tê de bicîh bibûn, radestî wê hêza hevbeş hatine kirin.
Mela Hesen Germiyanî wiha domand: Hêza hevbeş ku ji milîsên şîe û Pêşmerge pêk hatiye, odeyeke operasyonê ava kirine û di nav bajêr de belav bûne. Piştî ku rewşa bajêr baş bû dê dîsa bajêr radestî hêzên polîs û asayişê bikin.
Di bersiva vê giliya xelkê Xurmatû de ku, rê nayê dayîn berpirsên Xurmatû tevlî civînan bibin û hinek kes li derve tên civînan dikin, wî rayedarê YNKê got, Heşda Şeibî Hadî Amirî wek mezinê xwe dişînin civînê, aliyê kurd jî divê mezinê xwe bişînin lewma rayedarên pilebilind ên YNKê tevlî civînan dibin. Helbet rêveber û rayedarên bajêr jî tevlî hemû civînan bûne û dibin.
Berpirsê Melbenda YNKê li Xurmatû, li ser daxistina Alaya Kurdistanê li ser banê hinek avahî û navendên hikûmetê jî got, hêza hevbeş a Xurmatû biryar daye Alaya Kurdistanê li ser hinek avahî û navendan daxînin. Yek ji wan avahiyan depoya genim e. Li ser hinek fermangehan jî ala hatiye daxistin lê li ser hinek navendan hîn alaya Kurdistanê heye. Em dixwazin Alaya Kurdistanê li kêleka alaya Iraqê be û emê hewl bidin di dema pêş de vê yekê bicîh bînin.
Lê nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser rêkeftina Xurmatû û rewşa bajêr cuda ye. Berpirsê Navçeya PDKê li Xurmatû Ehmed Şêx Lengerî ji BAS re axivî û got, ruxmî rêkeftina navbera milîsên şîe, YNK û Pêşmerge, hîn jî milîsên şîe li ser alozkirina bajêr rijd û berdewam in, malên kurdan ên li taxên Eskerî û Tîn dişewitînin û kelûmelên wan jî talan dikin.
Ehmed Şêx Lengerî her wiha diyar kir ku di rêkeftina navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de qet behsa daxistina Alaya Kurdistanê li ser fermange û navendên hikûmetê yên Xurmatû nehatiye kirin lê hêza hevbeş heta niha Alaya Kurdistanê li ser depoya genim, Banka Reşîd û hinek navendên din daxisitye. Lengerî wiha axivî:
“Ev nayê qebûlkirin. Divê dîsa Alaya Kurdistanê li ser wan avahî û navendan bê danîn. Divê pêşiya karên kirêt ên Heşda Şeibî li Xurmatû were girtin.”
Endamê Navçeya Komela Îslamî ya Kurdistanê li Xurmatû, Ebûbekir Haşim jî li ser rewşa Xurmatû ji BAS re got, Heşda Şeibî rêkeftinê binpê dike û destê wan di kuştina kurdan, ereban û tirkmenên sunnî yên Xurmatû de heye. Ew dixwazin Xurmatû bikin cihê şîeyan û kurdan û sunniyan ji bajêr derxînin lê ev daxwaza wan dê qet bicîh neyê!
Wî kadroyê Komela Îslamî da zanîn ku baregeha wan ji aliyê milîsên şîe ve hatiye girtin û zêdebarî rêkeftinê, heta niha baregeha wan nehatiye valakirin.
Rayedarekî Partiya Şûî (Komonîst) ya Kurdistanê li Xurmatû jî giliya vê yekê dike ku partiyên mezin rê nadin wan ew tevlî civînan bibin û li ser rewşa bajêr bi wan re naşêwirin. Alîkarê berpirsê Partiya Şûî ya Kurdistanê li Xurmatû, Şêrzad Ubêd, wiha ji BAS re axivî:
“Ji bo arambûna rewşa Xurmatû, ti kes nêrîna me napirse û nahêlin em tevlî civînan bibin. Ev jî bûye sebeba wê ku em nekaribin rola xwe di aramiya bajêr de bilîzin.”
Şêrzad Ubêd anî ziman ku bajar radesetî hêza hevbeş hatiye kirin û got, lê divê di demek kurt de tevahiya hêzên çekdar ji Xurmatû bên derxistin û bajar radestî hêzên polîs û asayişê bê kirin.
Wî rayedarê Partiya Şûî hişyarî da û got, rast e niha şer tine lê eger kêşe ti temamî neyê çareserkirin tirsa wê heye cardin şer derkeve. Par meha Mijdarê şer di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de derketibû, ji ber ku kêşe tam nehatibû çareserkirn, îsal cardin şer derket.
Berdevkê qayîmeqamtiya Xurmatû, Mihemed Fayîq li ser rewşa Xurmatû ji BAS re got, niha tevahiya wan avahî û cihên ku ketibûn destê Heşda Şeibî û bibûn çeperên milîsên şîe, radestî hêza hevbeş hatine kirin. Dê di demek nêzîk de jî ew berbest û barîkatên ku di nav bajêr de hatine danîn, bên rakirin.
Mihemed Fayîq da zanîn ku welatiyên Xurmatû daxwaz ji hêza hevbeş dikin alayên Kurdistan û Iraqê li ser avahî û navendên hikûmetê daxin lê li ser hinek cihan amblemên partiyan hatine danîn, li hinek cihan jî tenê Alaya Kurdistanê hatiye daxistin.
Bajarê Xurmatû, yek ji navçeyên Başûrê Kurdistanê ye ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û sala 1976ê di çarçoveya siyaseta asîmîlasyonê de (teirîbkirin) de ji Kerkûkê hatibû veqetandin û bi parêzgeha Selahedîn (Tikrît) ve hatibû girêdan.
Basnews
