• Saturday, 21 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî: Hikûmet wê reformên di çarçoveya standartên navnetewî de pêkbîne!

Sefîn Dizeyî: Hikûmet wê reformên di çarçoveya standartên navnetewî de pêkbîne!
Gotûbêjê hikûmeta Herêma Kurdistanê, amaje bi çaksaziyên hikûmetê û gaven ku li hember krîza darayî bêne avêtin kir.

Gotûbêjê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji malpera The New Mail a Brîtanyayê re ragehand, hikûmet destpêkê plana çaksaziyê dixwaze pêkbîne û dixwaze reformekî modern li gor standartên navnetewî di çaksaziyan de pêkbîne. Herwaha pêwîst jî zanî û anî ziman ku, hemû aliyên siyasî piştîwanî li çakasaziyê bikin, ji ber ku hemû alî di dema hilbijartinê de, soza kêmkirina gendelî û karên ne li rê û avakirina refaha jiyana hemwelatiyan daye.

Gotûbêjê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê, di derbarê gendelî de jî aşkera kir, gendelî tenê li Kurdistanê belav nebûye, di gelek welatan de heye, ne merce gendelî tenê di aliyên darayî de be, ji ber ku ji aliyê ne bicîhanîna yasayan jî bandoreke ji gendeliyan û got: ‘’Mixabin hindek kes ji xelkê hene ku, helwêsta siyasiyan li gor berjewendiyên xwe bi awayekî xirap bikartînin. Ev pirsgirêke ji aliyê gel, hikûmet û partiyên siyasî û di ragehandinên Kurdistanê de gelek ser tê axaftin û hewl jî tê dayîn çareseriya pêwîst bê dîtin.’’

Herwaha Sefîn Dizeyî aşkera kir, gelek şarezayên derve yên wek Banqa Cîhanî, Rêxistina Netewên Yekbûyî, Nûnerên welatên G7 û Brîtanya di civînê de piştgiriya xwe ji aliyên ezmûn û aliyên bi bandor û siyasî û teknîkî nêrînên xwe ji bo çaksaziyê aşkera kirine. Herwaha got: ‘’Armanca Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, seqamgiriya darayî û berbi pêşve birina aboriya modern. Nêçîrvan Barzanî dixwaze Kurdistanê bike beşeke giring ê aboriya Cîhanê.’’

Gotûbêjê hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de aşkera kir, xerca milyonek û 800 hezar penaberên li Herêma Kurdistanê milyonek û 500 hezar dolare û ji aliyên xizmetkariya tenduristî û kareba û çend xizmetkariyên din jî wê bên xerc kirin.

Basnews
Top