• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Sîstema Serokatiyê rêbaza herî guncaw e

Erdogan: Sîstema Serokatiyê rêbaza herî guncaw e
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku, ji bo rêbaza birêvebirina welêt Pergala Serokatiyê rêbaza herî guncaw e. Ev daxuyanî bû mijara sereke ya nîqaşê. Partiyên opozîsyon jî beramberî vê yekê reaksiyon nişan dan û diyar kirin ku ev rêbaz dê rê li ber bobelateke mezin veke.

Li gorî kulîsên siyasî mijarên wek guherandina Destûra Bingehîn û Pergala Serokatiyê piştî kongreya AKPê ya di 22yê Gulanê de wê bêne rojeva Tirkiyê. Herwiha di van rojên dawîn de li parlamentoyê nîqaşên derbarê "Serokwezîrekî Ne Xurt" û "Hevpeymana AKP û MHPê" de gurtir bûn. CHPê îdia kir ku bi tasfiyekirina Davutoglu, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi awayekî fiîlî derbasî pergala serokatiyê bûye. CHPê ragihand ku AKP, ji bo pergala serokatiyê ya bo Erdogan daxwaza "Serokwezîrekî Ne Xurt" dike û ji bo vê yekê jî pêdiviya wan bi piştevaniya MHPê heye.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel wiha got: "Ev xisûs hemû bi guherandina destura bingehîn ve girêdayîne. Ger AKP hîç ji xwe kêm jî neke qeweta wê têrî nake. Piştevanên wê jî bi têrgûman dişopînin wan erênayên MHP ku di navê de ye û tawîza ku lê difikire bide AKPê."

HDPê jî di vê derbarê de ragihand ku her kî dibe bila bibe dema hate ser vî karî dê wek karmendê qesrê tevbigere. Herwiha HDP diyar kir ku koalîsyoneke ne îmzekirî heye di navbeyna AKP û MHPê de, bi vê yekê tê amanckirin ku pêşî li baskên muxalîf yên di nava MHPê bê girtin.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken wiha axifî: "Ji 7ê Hezîranê pê ve di navbera AKP û MHPê de koalîsyonek hatiye danîn. Di her gava ku tê avêtin de ev şirîkatî berbiçav e. Ev şirîkatiya koalîsyonê li pêşberî raya giştî hate eşkerekirin, ji ber ku tirsek hebû, derbarê reaksiyoneke ku dê di serdema hilbijartina parêzbendî û raya baweriyê xwe bida der. "

Serokê Giştî yê MHPê ragihand ku, piştevaniya wan ya bo hikûmetê dê di warê yasayî de be. Vê daxuyaniyê di navbera AKPyîyan de rê li ber kelecanekê vekir. Herwiha ligel vê yekê li ber nîqaşên "dema pergala serokatiyê neye dê qeyran derkeve" jî hate ragihandin ku rêya rêbaza "Serokkomarekî Partiyi" jî hatiye vekirin. Cîgirê Serokê Koma AKPê Bulent Turan li parlamentoyê ligel çapemeniyê axivî û diyar kir ku, ev prosesên ku, rû didin ne darbe ne û wiha got; "ew îfadeya "Serokwezîrekî Ne Xurt" ne îfadeyeke dirûst e. AKP ne di wê lêgerîna koalîsyonekê de ye, lê ew biryara MHPê ku, hatiye ragihandin bi awayekî erênî pêşwazî dikin."

K24
Top