• Saturday, 21 February 2026
logo

Bombe di nav milîsan de teqiya; 12 kuştî

Bombe di nav milîsan de teqiya; 12 kuştî
Li bajarê Beiqobeyê yê navenda parêzgeha Diyalayê teqînek çêbû û di encamê de 12 kes hatin kuştin. DAIŞê jî ragihand, wan êriş pêk aniye û milîsên Şîe armanca êrişê bûne.

Îro duşemî 9ê Gulanê li navenda îdarî-siyasiya parêzgeha Diyala, bajarê Beiqobeyê teqînek qewimî.

Peyamnêrê Rûdawê li Beiqobeyê ragihand, êvariya îro li nêzîkî xwaringehekê li taxa Şefte ya bajarê Beiqobeyê otomobîleke bombekirî teqiya û di encama vê teqînê de 12 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê, Rêxistina Dewleta Îslamî ya naskirî bi DAIŞê berpirsatiya pêkanîna teqîna li Beiqobeyê girte ser xwe.

Ajansa Aamaq a DAIŞê ragihand, ku teqîna li Beiqobeyê êrişeke xwekujî bûye û armanca êrişê jî cihê kombûna milîsên Şîe yên girêdayî Heşda Şeibî bûye.

Rudaw
Top