• Saturday, 21 February 2026
logo

Îndonesya têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfireh dike

Îndonesya têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfireh dike
Civîna serokwezîr digel balyozê Îndonesyayê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 09.05.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Bambang Entarkso balyozê Endonesyayê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Balyozê Îndonesyayê kêfxweşiya xwe li hember serdanan bo herêma Kurdistanê û pêşkeftinên herêma Kurdistanê yên di hemû waran de di dest ve ahtine, diyar kir. Piştevaniya hikûmet û welatê xwe jibo xurtkirina têkeliyên bi herêma Kurdistanê di ware aborî, civakî, zanistî, kulturî û siyasî nîşan de û got ku ew dê didemek nêzîk de nûneratiya welatê xwe li herêma Kurdistanê vekin.

Wî got ku, herêma Kurdistanê herêmeke aram e û gelek karkerên Îndinesyayî bi amanca karkirinê hatine herêma Kurdistanê û di rewşeke baş de jiyana xwe derbas dikin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan şandeya Îndonesiyayê kir û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkelî digel welatên cîhanê hebe û Înodesiya jî yek ji wan welatan e ku dikare di warê çandiniyê de hevkariya baş bi herêna Kurdistanê re bike. Barzanî tekîd kir ku jibo hatina karker, sermayedar û komaniyên Înodesyayê deriyên Kurdistanê vekirîne û xebatên balyozê Îndonesyayê ji bona avakirina têkeliyên xurt û saxlem bi sektora taybet a herêma Kurdistanê re bilind nirxandin.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa; kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, hokarên serhildanan wê kirîzê û xebatên hikûmetê yên di ware çareserî û çaksaziyan de kir û got ku hikûmet li ser bicîkirina pilana çaksaziyê bi cidî ye, lê vê yekê pêwîstî bi dem heye û geşbîniya xwe jî li hember paşeroja êkonomiya herêma Kurdistanê diyar kir.

Top