• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezîra Bergiriya Îtalya tê Hewlêrê

Wezîra Bergiriya Îtalya tê Hewlêrê
Hat zanîn ku Wezîra Bergiriyê ya Îtalya dê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi rayedarên Kurdistanê re rûnê.

Li gorî agahiyên BasNewsê, Wezîra Bergiriyê ya Îtalya Roberta Pînottî dş îro saet 16:00 bi dema Hewlêrê bigihîje Başûrê Kurdistanê.

Tê gotin ku Roberta Pînottî dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rayedarên siyasî û leşkerî yên Kurdistanê re hevdîtin bike.

Wezîra Îtalî û rayedarên kurd dê li ser şerê DAIŞê û çawaniya zêdekirina alîkariyan bo Pêşmerge gotûbêj bikin.

Îtalya endamê hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê ye û ji destpêka şerê DAIŞê ve heta niha bi şandina pisporên leşkerî û çek, alîkariya Pêşmerge dike.

Basnews
Top