• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞ bi çekên kîmawî êrîşî gundê beşîr kirin

DAIŞ bi çekên kîmawî êrîşî gundê beşîr kirin
Çekdarên DAIŞê bi rokêtên jehrê gundê Beşîr li başûrê Kerkûkê bordûman kirin, bi dehan kes jehrî bûne û rewşa wan ya tendurûstî necîgire.

Endamê encûmena Xormatû Nazim Kehiye ji BasNews re ragehand: “Îduh 8 Gulanê çekdarên DAIŞê ji deverên di bin kontirola xwe de li derdora gundê Beşîr bombeyên jehrî bikaranîn û 42 bombeyên jehrî arasteyî nav gundê Beşîr kirin, bi vê sedemê 45 kes birîndarbûne.”

Herwiha got: “Di nav birîndaran de Rêveberê Polîsê Gundê Beşîr eku bi pileya Eqîde herwiha karmendekî fermangeha Kehreba li gund û hemû birîndarên din jî karmendên polîsin, edw birîndar hatine veguhestin bo nexweşxaneyê û rewşa gelekan ji wan necîgire.”

Basnews
Top