Li Rojavayê Kurdistanê 84 girtiyên DAIŞê hatin berdan!
Dadgeha Gel ya girêdayî Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo, 84 kesên ku di çarçoveya sûcên terorê de hatibûn girtin, berdan. Girtiyên han, ku hemû ereb bûn, li girtîgeha bajarê Dêrikê de diman. Ew girtiyên ku hatine berdan, bi tawana piştevanî û alîkariya DAIŞê hatibûn girtin.
Li gor berpirsên Dadgeha Gel, proseya serbestberdana kesên tawanbar, di çarçoveya bihêzkirina bingehên jiyana hevbeş û biratiya gelan li deverê pêk hatiye û di demeke nêzîk de dê komek girtiyan girtiyên bên berdan.
Serokê Dadgeha Gel Qazî Aware di vê bare de ji K24ê re axivî û got: “Hemû kesên ku serbest hatine berdan, girtiyên DAIŞê bûn. Wan di ware sîxurî û madî de alîkariya DAIŞê kiribûn. Herwiha di riya internetê re jî peywndî digel DAIŞê kiribûn û dîmenên hin navendên ewlehiyê li Rojava kişandibûn, lê destê wan di rijandina xwîna xelkê de nebû.”
Endamên dezgehên ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê amaje dikin ku piraniya kesên bi tawana girêdana peywendî û têkîliyan digel DAIŞê hatine girtin, ereb in.
Girtiyekî serbestkirî bi navê Xelef ji K24ê re got: “Çekdarên DAIŞê nasnameya min birin û ji bo ez nasnameya xwe vegerînim, min xulek perwerde li cem wan kir, dema ez vegeriyam Qamişlo asyişê bawernameya xulê bi min re dît û ez girtim.”
Li ser daxwaza Hevserokatiya Encûmena Damezrêner a Herêma Rojava û Bakûrê Sûriyê, di hefteya borî de Emcûmena Zagonsaz li Kantona Cezîrê fermana lêborîna giştî ya hejmara 11 ya sala 2016an pesend kir, ku fermana navborî hemû tawanên ku berî 4ê Nîsanê hatine kirin li xwe digre.
Di vî warî de, çareke din mijara hebûna hin girtiyên siyasî di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, mîna Behzad Dorsin û Emîr Hamid derdikeve holê. Serkirdên kantonên Rojava rijd in li ser wê yekê, ku di bin sîwana xweseriya demokratîk de, ti kes ji ber sedemên siyasî nayê girtin. Serokê Dîwana Encûmena Zagonsaz Hekem Xelo, li ser hebûna girtiyên siyasî ji K24ê re got:
“Ez bawer nakim girtiyên siyasî hebin yan kesek bi sedema baweriyên xwe bê girtin, lê dibe ku hin siyasetvanan sûç kiribin. Ti sûcên siyasî li cem me tune ne, lê dema ku kesê/a siyasî girtî be û sûcek kiribe dê di çarçoveya lêborîna giştî de bê berdan.”
Li gor hin serokêlên Ereban, nêzîkî 500 kesî bi tawana endamtiya DAIŞê di zîndanên Rêveberiya Xweser de girtî ne, hejmarek kesên “bêsûc” jî di nava wan de hene.
Ji aliyekî din ve, sekirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) amaje dikin, ku ji ber nakokiyên siyasî nêzîkî 20 endamên wan di zîndanên Asayişa Rojava de hîn girtî ne.
