• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezareta pêşmerge dê hêzekê bo parastina Xurmato pêk bîne

Wezareta pêşmerge dê hêzekê bo parastina Xurmato pêk bîne
Piştî bûyerên meha borî yên bajêrkê xurmato, di niha da wezareta pêşmerge, mijûle bi dirust kirina hêzekê, bo parastina bajêrkê Xurmato.

Li 17 meha borî şandekê welatîyên Xurmato bi serokatîya, deverdarê Xurmato, Şelal Ebdul serdana serokê herêmê Mesûd Barzanî kiribûn û jê xwestibû bajêrkê Xurmato ji terorê sitan bê parastin.

Di niha jî da wezareta pêşmerge hewl diket, bo pêkînana hêzeka taybet bo bergirî kirinê ji Xurmato, li dûv zanyarîyên hatine belav kirin, hijmara wê hêzê dê 1500 kes bin û ji pêkhateyên Ereb û Tirkuman jî dê dinav dabin.

War.tv
Top