• Saturday, 21 February 2026
logo

Helmetek ji bo serxwebûna Kurdistana başûr destpê dike

Helmetek ji bo serxwebûna Kurdistana başûr destpê dike
Mamostayekî zankoyê helmetekê ji bo pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê destpê dike û daxwaza beşdarbuna hemû hemwelatiyên Kurdistanê kir.

Mamostayê zankoya Soranê Hêmin Mîranî, ku naha xwandekarê doktorayê ye li Brîtanyayê, di tora xwe ya civakî facebookê de qampanya ya bi navê ‘’Bangewaz ji bo pêkanîna referandûmê’’ ku di 04.10.2016ê de referandûm pêkbê.

Hêmin Mîranî ji BasNewsê re ragehand; armanca vê qampanyayê avakirina fişarê li ser rêveberiya partiyan e. ku di demekî herî zû de li ser pirsgirêkên navxweyî yên Kurdistanê rêbkevin û amadekariyê ji bo serxwebûnê bikin.

Hêmin Mîranî daxwaz ji hemû Kurdistaniyan dike, her kudera cîhanê bin, beşdariyê li qampanya referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin û vê qampanyayê li her derekê belav bikin, ku rêveberên partiyan Kurdistanê jî em naçar bikin di nav xwe de rêkbikevin.

Herwaha Mîranî di derbarê hilbijartina vê rojê de jî got, ji ber ku roja salvegera federaliya Kurdistan û parlamentoyê di 04.10.1992 û li gor wî 24 salan xebat ji bo federal kirina Iraqê hate kirin û naha jî Iraq di qada siyasî de bi dawî buye.

Heftiya derbasbuyî şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna li gel Washington Postê de gotibu; serxwebûna Kurdistanê take çareseriya gel û rêveberiya Kurdistana başûre.

ji bo beşdarî kirina vê helmetê vê pê li vê lînkê bike

https://www.facebook.com/events/877423965717764/
Top