‘Artêşa Iraqê êrîş bire ser gundekî Mexmûrê’
Gundê Keberok a ser parêzgeha Nînova, piştî paşde kêşana artêşa Iraqê li meha 6 a 2014ê de, li gel navçe û parêzgehê ji aliyê çekdarên rêxistina tund a DAIŞê ve hatibu dagir kirin.
Çavkaniyekê ji lîwaya 91 a firqeya 15 artêşa Iraqê (Lîwaya Hewlêrê) ji BasNewsê re ragehand; hêzên lîwaya wan û lîwaya 72 serê sibeya 09.05.2016 êrîş dane destpê kirin, ku gund ji rêxistina terorîst rizgar bikin.
Heman çavkaniyê ragehand, leşkerên lîwaya Hewlêrê ya artêşa Iraqê geheştine derdora gund û şer berdewame. Herwaha diyar kir, di hejmarekî zêde de çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Basnews
