Hengarya 275 ton çek pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê dike
Serqunsilê Hengarya li Hewlêrê Caba Sîkînzî di konfirasekî rojnamevanî de ragehand: “Di çarçoveya alîkariyên jibo şerê li dijî DAIŞê, heta niha Hengarya 275 ton çek û teqemenî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kiriye û biryar daye ku 110 cûreyên teqemeniyên bihêz pêşkêşî Pêşmerge bike.”
Herwiha got: “Niha şêwirmend û rahênerên leşkerî yên welatê me bi berdewamî rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin û nexweşxaneyên me jî erkê çareser kirina birînadrên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dikin û niha 4 ji wan birîndaran jî vegeriyan Herêma Kurdistanê.”
Caba ragehand: “Hemû alîkariyên welatê Hengarya bi şêweyekî rasterast gihştin Herêma Kurdistanê û jibo Pêşmerge hatine pêşkêş kirin û alîkariyên din jî dê rasterast bighên Herêma Kurdistanê.”
Daxuyaniyên Serkqunsilê Hengariya piştî civîna wî ligel Parêzgarê Helbce hat ku di civînê de behsa çûnîtiya alîkariya bi parêzgeha Helbece hatibû gotûbêj kirin.
Basnews
