Artêşa Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe û 55 DAIŞiyan dikuje
Çavkaniyên artêşa Tirkiyê ragihandin, di encama topbarana wê bakurê Helebê re 3 otombêlên leşkerî jinav birin û 55 çekdarên DAIŞê hetine kuştin.
Li gor rojnameya “Yeni Şefek” ya Tirkî rahihand, cara yekem e hêzeke taybet ya bejayî ya artêşa Tirkiyê, ku 20 endaman pêk dihat derbasî bakurê Sûriyê bûn û li dijî DAIŞ'ê operesyonek kirin.
Hat ragihandin jî, ku artêşa Tirkiyê berî encamdana vê operesyonê, berpirsên Amerîkî û Rûsî agahdar kirine.
Ji 19 çileya îsal ve ta niha di encama ketina mûşekan de li bajarê Kilîsê 19 kesan canê xwe ji dest dane. Sererkanê Tirkiyê beriya çend rojan serdana Kilîsê kir û fermana astengkirina topbarana DAIŞê dabû.
K24
