• Saturday, 21 February 2026
logo

Washington Poste: Îran fişarê li Muqteda Sedir dike

Washington Poste: Îran fişarê li Muqteda Sedir dike
Rojnameya Washington Poste eşkere kir ku, Îran fişarê li Muqteda Sedir dike, jibo tevgera xwe li dijî hikûmeta Iraqê rawestîne.

Rojnameya Washintgton Poste amaje bi wê yekê kir ku, Tehran ji karê Sedir ne razî ye, jibo wilo ew vexwendî kirin, di dema ku alîgirên Sedir daxwaza derketina Îranê ji Iraqê dikin, armanca Îran ew e jî ku yekrêziyê têxe nav mala Şîî de li Iraqê.

Derbarê vê mijarê Selah Ebdulrezaq ji Washington Poste re ragehandiye: “Îran jî wek Amerîka dixwaze Iraq seqamgîr be, bi taybet Bexda arambe jibo wan gelekî girînge.”

Navborî dibîne ku Îran dikare navbênkariyê di navbera Sune û Şîaa de bike, Îran ji fişarên xwepêşanderên Seder bo ser parlemena Iraqê nîgeranbû û jibo vê yekê fişarê li Muqteda sedir dike.

Basnews
Top