Selîm Cibûrî: Ez jib piştevaniya parlementarên Kurd hatime Herêma Kurdistanê
Piştî ku Selîm Cibûrî gihşte bajarê Silêmanî, kongireyekî rojnamevanî lidaarxist, di kongireya rojnamevanî de behsa naveroka serdana xwe kir.
Di kongireya xwe de Cibûrî ew yek esker kir ku, armanca serdana wî bo Herêm aKurdistanê ew e ku, hevxemî û piştevaniya xwe jibo parlementarên Kurd derbibire, bi taybet ku hejmarek ji parlementarên Kurd li Bexda ratî gefan ji aliyê xwepêşanderan hatibû.
Di bersiva pirsa peyamnêrê BasNews, aya çima bi tenê gef li parlementarên Kurd hate kirin ji nav hemî parlementaran û çi gerentî hene ku jiyana dê were parastina li Bexda? Selîm Cibûrî got: “Pêwîste behsa rola hikûmeta Iraqê bikin ku divê ew giyanê hemû parlementaran bike, ne tenê firekesyonên Kurdistanî lêbelê em daxwaza gerentiya parastina jiyana hemû parlementaran ji hikûmeta Iraqê dikin, me berê jî daxwaz kiriye û niha jî daxwaz dikin, jibo ku careke din rûdawên ku li Bexda çêbûn dûbare nebin.”
Basnews
