Serokê fraksiyona PDK: Li gel serokê Herêma Kurdistanê babetên giringtir hene ji Iraqê
Serokê fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Xesro Goran, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ne cara yekê ye Iraq di dema tenvagiyê de hawara xwe tîne Kurdistanê, serokê herêma Kurdistanê di dema rizgarkirina Iraqê de di sala 2003ê yê de, herwaha dema nivîsandina destûrê di sala 2005 û 2006ê de ku dubare hikûmeta Iraqê dihate pêkanîn, rolekî wî yê bihêz hebû, ji ber vê jî Iraq her dema ku rastî qeyrana siyasî bê, hawara xwe bo Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê tînin.’’
Herwaha aşkera kir, di vê heyama dawiyê de serokê encûmena bilind a Îslamiya Iraqê Emar Hekîm û serokê tevgera wîfaqî niştimanî Îyad Elawî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re peyvendiyên telefonî bi serokê Herêma Kurdistanê re pêkanîne û got: ‘’Usame Necef jî bi berdewamî di peyvendiyê de buye û bê cudayî rêveberên Şîe û Sunne re berdewam di peyvendiyê de buye û ew dixwazin ji Hewlêrê ve rê çareyek ji bo Iraqê bê dîtin.’’
Serokê fraksiyona PDKê aşkera kir, li gel Barzanî hin babetên girigntir hene ku ewlehiya wan ji bo Kurdistanê hene, di nav wan de rêkxistina nav mala Kurd bixwe ye û babeta şer ê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ye, herwaha qeyrana darayî û babeta referandûmê û got: ‘’Naha wek sala 2010 nîne, wê demê krîza darayî me nebû. Herwaha wê demê bê baweriya herêma Kurdistanê ya li hember Bexdayê waha nebû û ji Bexdayê bo Hewlêrê budce dihat. Ji ber vê jî rewşa Kurdistanê li gel serokê Herêma Kurdistanê ve ewlehiyata wê giringtire, ji Iraqê. Ev jî buye sedem ku Barzanî pêşneyar û piroseyên xwe yên di derbarê Iraqê de xwe dur bixe.’’
Basnews
