• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokerkanê Tirkiyê: Tenê du dewlet dikarin rê li ber dewleta Kurdî bigrin

Serokerkanê Tirkiyê: Tenê du dewlet dikarin rê li ber dewleta Kurdî bigrin
Serokerkanê berê yê Tirkiyê Orgeneral Îlker Başbug, dîbêje ku tenê du dewlet dikarin li pêşiya damezrandina dewleta Kurdî bibin asteng.

Serokerkanê berê yê Tirkiyê Orgeneralê Xanenişîn Îlker Başbug, di konferansekê de behsa pêşhatên li Iraq û Sûriyê kir û got, bûyerên li Tirkiyê û pêşhatên li wan welatan bi hev ve girêdayî ne.

Başbug, derbarê dewleta Kurdî de jî nerînên xwe anîn ziman û li gor wî tenê Tirkiye û Îran dikarin li pêşiya damezrandina dewleta Kurdî bibin asteng.

Başbug got: "Gelo hêzek heye li pêşiya damezrandina dewleteke Kurdî li Iraqê bibe asteng? Heye, Tirkiye û Îran. Heta ev her du dewlet li dijî dewleta serbixwe ya Kurdî bin li Bakurê Iraqê, Amerîka lempeya kesk ji vê pêkhateyê re pênaxe. Loma divê ev her du dewleta sekna xwe ya di vî warî de biparêzin."

Rudaw
Top