• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Dîlokê agir bi malekê ket: 7 kes mirin

Li Dîlokê agir bi malekê ket: 7 kes mirin
Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê berê sibehê agir bi malekê ket û di hundirê malê bav û 6 zarokên wî canê xwe ji dest dan û dayîka zarokan jî ji hişçûyî bo nexweşxanê hat veguhestin.

Li taxa Taşlica ya Dîlokê di malekê de agir derket û bavek û 6 kurên wî canê xwe ji dest dan.

Herçiqas agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirindin lê Mihemed Emîn Bakir û zarokên wî bûn qurbanê vê karesatê.

Heta niha derbarê sedema derketina agir de tu zanyarî nehatine belav kirin û dayika zarokan Naciye Bakir jî bi awayekî ji hişçûyê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Hat ragihandin ku lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in.

Rudaw
Top