Li Herêmê amadekarîyê dikin bo kombûn a berfireh a alîyan
Alî yên sîyasî yên başûr a Kurdistanê , carek a din hez dikin kombûnek a berfireh encma bidin û divên dei nêzîktirîn dem de danûstandinan bikin daku bingehekê bo ayînde ya sîyasî li Îraqê bidanin û hedem dawîyê bi arîşe yên hindûrî yên herêmê bihînin.
Di kombûn ên evê dawîyê yên Partî ya Dîmukrt a Kurdistan(PDK) û Yekêtî ya Nîştmanî ya Kurdistan(YNK)yê axivtin li ser ewê yekê hatîye kirin ku hîç hêzek a sîyasî li Herêmê nehê piştguhkirin û bi awayek ku danûstandin di navber a PDKyl û Bizav a Gorran(BG) jî bihê encamdan. Behs a wê yekê jî dihê kirin ku vegran a rêkxer ê giştî yê Bgyê, pişkek e ji wê amadakarî ya dihê kirin bo encamdan a kombûn a Nîştîmanî.
Di kombûn a dawîyê yê serok ê Herêm a Kurdistanê, li gelê alî yên pişikdar di perleman a Kurdisatnê de, ku tenê BG û Komele ya Îslamî pişikdar nebûn, bo evê carê Kmele ya Îslamî alîyek serkî ye ku daxwaz a kombûn a berfireh a alîyan kirîne û emîr ê hizb a wan rijtr li ser wê ku kombûn bihê encamdan, bi giştî jî hemû alî yên Herêm a Kurdistanê, tekez dikin ku ew hemû bo evê mijar ê hest bi berprsînîyê dikin.
K24
