• Saturday, 21 February 2026
logo

Demîrtaş ji CHP û MHPê hevkarî xwest

Demîrtaş ji CHP û MHPê hevkarî xwest
Ermenîstanê pêşnûmaya ku serxwebûna Qerebaxê nas bike erê kir. Her wiha piştî qebûlkirina pêşnûmayê Hikumeta Ermenîstanê di dema herî nêz de wê pêşnûmayê bişîne parlamentoyê.

Li gor nûçeya ajansa Interfaxê Hikûmeta Ermenîstanê pêşnûmeya ku serxwebûna Qerebaxê nas dike erê kir û tê çaverêkirin ku pêşnûme di demek herî nêz de were parlamentoya Ermenîstanê.

Hikûmeta Ermenîstanê berê ji bo ku zirarê nede hevdîtinen mizakerayan, serxwebûna Qerebaxê nas nekiribû.

Qerebax di nava axa Azerbaycanê de dimîne, lê ji aliyê Ermenîstanê ve tê fînansekirin û bi awayekî xweser tê birêvebirin. Şerê di navbera herdu dewletan de 1991’ê destpê kiribû û 1994’an agirbest hatibû ragihandin, lê belê tevî agirbestê jî dem bi dem pevçûn di navbera artêşên herdu aliyan de derdiketin.
Top