• Saturday, 21 February 2026
logo

PKKê 15 serbazên Tirkîyê kuştin

PKKê 15 serbazên Tirkîyê kuştin
Navenda ragîhandina hêzên parastina gel HPGê, baskê serbazî yê PKKê ragîhand, di du êrîşan da dijî supayê Tirkîyê, 18 serbaz hatine kuştin û birîndar kirin.

Li gorî daxuyanîya HPGê, ew serbazên Tirk li nawçeya şemzînan û Atoş li ser sînorê Tirkîyê û Îraqê hatîne kuştin.

Di niha da şer û alozîyan bêtirîya nawçeyên bakorê Kurdistanê vegirtîne, û rojane li parêzgehên Amedê, Hekarîya, Şirnexê û Mêrdînê, supayê Tirkîyê û gerrîlayên, PKKê berhingarî hevdu dibin.

Li 24ê tîrmeha borî supayê Tirkîyê dest bi operasyonên serbazî li dijî Tirkîya kir, û her zû şer û alozî berbi bajêran ve hatine veguhestin.

War.tv
Top