Mesrûr Barzanî li gel Serokê YZC civiya
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê Prof Zolkef Ebdulrezaq kir.
Di hevdîtinê de ku Serokê Zanîngeha Dihukê Dr. Muslih Muhemed jî tê de beşdar bû behsa kiwalîtî û çawetiya prosesa xwendinê û hevkarî û hemahengiya navbera Zanîngehên Kurdistanê û yekîtiya zanîngehên cîhanê de hate kirin.
Her di hevdîtinê de Ebdulrezaq kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û eşkere kir ku ew yekem serdana vî ye bo Kurdistanê û got: Tevî metirsî û gefan lêbelê aramiya Kurdistanê rewşeke baş bo pêşde birina xwendina akademîk û zanistî afirandiye.
Ebdulrezaq di berdewamiya axaftinên xwe de behsa bername û çalakiyên pêşerojê yên YZC ên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de kir û diyar kir ku YZC bi mebesta bilindtir kirina asta xwendina akademîk û zanistî hewl bo vê yekê dide ku têkiliyên navbera YZC û Zanîngehên Kurdistanê de bihêztir bike.
Li hember de jî Mesrûr Barzanî bixêr hatina şanda mêwan kir û amade bûna xwe jî bo pêşkêş kirina her cure hevkarî û karasaniyek bo cîhbicîh kirina proje û çalakiyên YZC diyar kir û got: Armanca me jî ji damezrandina Zanîngeha Amerîkî Kurdistan ya li Dihukê dîsan bilind kirin û bihêztir kirina kiwalîtiya xwendin û pêgehandina Serkirdeyên waran bi taybetî bo ew kesên ku dixwazin xwendina xwe ya akademîk bidawî bikin.
YZC di sala 1950an de hatiye damezrandin û niha 120 welat tê de endamin û ser bi saziya UNESCOyê ye.
