Du lîwayên Pêşmerge li Kerkûkê tên bi cîhkirin
Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Eqîd Şivan Şimizyanî ji BasNewsê re ragehand, ev du liwayên Pêşmerge hatine pirçek kirin û roja pêncşemê 05.05.2016 ê ji Hewlêrê ve wê ber bi Kerkûkê ve biçin.
Li gor gotinên vî fermandarê Pêşmerge Eqîd Şivan Şimizyanî, ev du lîwaye ji aliyê şêwirmendên Amerîkayê ve wê bên perwerde kirin û hemu pêwîstiyên leşkerî jî Amerîka bixwe wê pêşwazî bike.
Basnews
