Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serok Barzanî kir bi taybetî yên li bereya Bakûrê Musil û gundê Beşîr ku zebirekî kuşinde li terorîstên Da'îş hate dayîn. Her wiha li gotarek da Serok Barzanî li siyaset û dîtin û nêrînên welatê xwe yên di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên siyasî agahdar kir.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê qeyrana siyasiya Iraqê û rûdawên Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî xistin li ser rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan û qonaxa piştî Da'îş û azadkirina Musilê.
