‘Rewşa Ocalan baş e’
Şanda CPTê bi serperitiya Mykola Gnatovskyy di rojên 28-29ê Nîsanê de bo şopandina rewşa Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan çûbû girtîgeha li girava Îmraliyê û bi wî re hevdîtin pêk anibû.
Li gor agahiyan hatine bidest xistin, şanda CPTê ya hevdîtin ligel Ocalan pêkanî, piştî hevdîtinê ji şanda Tirkiyê re ragihandiye ku rewşa Ocalan a tenduristiyê baş e û odeya ku lê dimîne jî ji aliyê fizîkî ve bêkemasî ye.
Hat gotin şanda CPTê di mijara ku parêzer û kesûkarên Ocalan serdana wî bikin de pêşniyarên xwe bide rayedarên Tirkiyê.
Herwiha CPTê dê derbarê Ocalan de raporekê amade bike û dê piştre pêşkêşî Konseya Ewropayê bike.
Abdullah Ocalan ji sala 1999an ve di girtîgeha Îmraliyê de ye û heya niha 10 caran şanda Konseya Ewropayê serdana wî kiriye. Serdana pêştir a şanda Konseya Ewropa bo cem Ocalan di sala 2013ê de bû.
Şanda CPT di asta navdewletî de tekane alî ye ku dikare serdana Abdullahocalan bike. (Çavkanî Milliyet)
Rudaw
