• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê rewşa deverê dinirxînin

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê rewşa deverê dinirxînin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Sêşem 3-5-2016 pêşwaziya Hesen Danayîfer Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Îraqê û şandeka pê re kir, ku ji Konsulê Giştiyê Îranê li Hewlêrê û hijmarek dîplomatan pêk hatibû.

Di hevdîtinkê de behsa rewşa deverê bi giştî û dawîn pêşhat û bûyerên siyasî û asayiş û serbaziyên Îraqê û şerê dijî terorî li Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê kirin, her wiha pêdagirî li ser alîkarî û hemahengiya pêwîst navbera aliyan ji bo berhingar bûna terorê û şikista terorîstan kirin.

Li pareka din ya civînê, bal kişandine ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, her wiha têkiliyên Komara Îslamiya Îranê tevî Îraq û Herêma Kurdistanê û pêdagirî li ser giringiya pêş xistin û berfireh kirina têkiliyan kirin.
Top