Dr. Kemal Kerkûkî: Barzanî hêzên hevpeymaniyê razî kir jibo rizgar kirina gundê Beşîr.
Dr. Kemal Kerkûkî ji BasNews re ragehand: “Hêzên Hevpeymaniya Navdeletî hevkariyê ligel Heşda Şeibî nakin li nav sînorên deverênKurdistanî dervî îdareya Herêma Kurdsitanê, Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê xwe gelek caran taqî kirin û nikarîbûn tiştekî bikin û ziyanekî mezin jî gihşte wan, dawî car Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Hêzên Hevpeymanê rêkeft û gihande wan ku gereke gundê Beşîr were rizgar kirin, wan jî bawerî pê anîn û hemahingî ligel Pêşmergeyên Kurdistanê û Beşîr rizgar kirin.”
Berpirsê Bereya Rojavayê Kerkûkê ji BasNews re eşkere kir: “Hîna çekdarên DAIŞê li ser Iraq û navçeyê metirsîne, lêbelê bi sedema hêz û tektîka Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîbûn di demek kin de gundê Beşîr rizgar bikin.”
Basnews
