• Saturday, 21 February 2026
logo

Washington Post: Divê Obama biryarek yekalî derbarê Iraqê de bide

Washington Post: Divê Obama biryarek yekalî derbarê Iraqê de bide
Rojnameyek Amerîkî belav kir, heger Serokwezîrê Iraqê nikaribe çareseriya aloziyên welatê xwe çareser bike, divê Serokê Amerîka biryarek yekalî bide.

Rojnameya Washington Poste ya Amerîkî di mijarekê de dinvîse, Heger Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî aloziyên navxwe yên Iraqê bê çareser bihêle, divê Serokê Amerîka Barak Obma biryarekî yekalî bistîne.

Di wê mijarê de behsa rewşa Iraq û aloziyên wê dike û divîse: “Hikûmet li Iraqê nemaye û tiştê li Iraqê rûdide bê serûberî ye.”

Herwiha di wê mijarê de behsa cudabûna herêmên Iraqê dike li dibîne ku bi vî şêweyê niha esteem Iraqî pêkve bijîn.

Mihemed Xedîrî ku di salên 2003 bo 2009 ligel balyoz û fermandeyên hêzên amerîkî li Iraqê kar kiriye derbarê vê mijarê de dibêje: “PÊwîste Amerîka bêhtir li ser dabeşkirina Iraqê bo herêmên cuda kar bike ne jibo welat û hikûmetek merkezî.”

Herwia daxwaz dike ku Hikûmeta Amerîka bi cuda ligel serkirdeyên Kurd, Şîaa û Suna re bicive û li daxwazên wan guhdarî bike û û daxwazên wan berbiçav bike, tê zanîn ku Xidêrî berî niha daxwaza dabeşbûna Iraqê kiribû.

Derbarê rewşa siyasî ya Iraqê pisporekî Amerîkî dibîne ku hikûmet li Iraqê puce û welat bi vî şêweyî birêve naçe.

Pispora Amerîkî û Şêwirmendê Hêên Amerîkî li Iraqê Êma Skay dibêje: “Karîgerên dervî deweletê li Iraqê ji Dewletê bihêztirin û hikûmeta Bexda bûçe û gendele.”

Basnews
Top