Karayilan: Dor dora gerîla ye – Bahozek mezin di rê de ye!
Li gor medyayanêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Endamê Konseya Serkirdatiya PKK û Fermandarê HPGê Murat Karayilan beşdarî merasîmekê pîrozbahiyên 1ê Gulanê Roja Cîhaniya Karkerkan bû.
Murat Karayilan di axavtina xwe de şer û pevçûnên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxand û bangî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kir û gefek tund xwar.
Karayilan di axavtina xwe de amaje bi plana ''Têkbirinê'' ya Partiya Dad û eşepêdanê (AK Partî) dike û dibêje, ku wan wek PKK ew li pêşiya wê plane bûne asteng û ji nav bir.
Karayilan li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ku dibêje; 'me PKKê têk bir', sekinî û û got, gotibnên Erdogan bo xapandina xelkê Tirkiyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê ne.
Karayilan wiha got: "Erdogan radibe dibêje, 'Me PKK têk bir'. Hînê gerîla dest bi şer nekiriye ku tu radibêje 'me ew têk bir'. Te kî li ku têk bir! Tu van gotinan ji bo xapandina civaka Tirkiyeyê û morala hêzên têkçûyî bilêv dikî. Bi vê rêveçûnê re bahozeke mezin nêzîk dibe, tu jî bi vê dizanî. Lewma tu bi vî rengî daxivî."
Rudaw
