Nêçîrvan Barzanî: Birêya danustandinê dê pirsa serxwebunê digel Bexda yekalî bikin
Îro li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê, pêşwazî li Encilîn Îcsink, seroka komisyona derve li perlemanê Holenda û şandeka digel da kir û di kombûnekê da, seroka şanda Holendî, pesna rolê pêşmerge da ku şîyan deverê û cîhanê ji metirsîya Daişê bi parêzin û pêkve jîyana pêkhateyên olî û neteweyî jî li herêmê, bi nimûneyeka serkevtî ya rojhilata navîn anî û berdewamîya piştevanîya welatê xwe bo hêzên pêşmerge û hikûmeta herêmê, dupat kir.
Ji alîyê xwe ve serok wezîrên herêmê diyar kir, hikûmet dê li ser proseya çaksazîyan li gorî pîverên navdewletî berdewam be, lê divî warî da, hikûmet pêdvî bi alîkarîya welatên doste.
Xuya jî kir, rewşa xeraba sîyasî, herêm tûşî pirsên giran kir, niha jî herêm hewl dide baştirîn peywendî digel Bexda û welatên derdor û cîhanê hebin û hikûmet dê berdewam be li ser bihêz kirina pêgehê sîyasî û aborê herêma Kurdistanê.
Derbarê serxwebûnê da, serok wezîr amaje kir, serxwebun mafekê sirûştî yê gelê Kurde û di rêya danustandin û têgihiştinê û dûr ji tund karîyan, dê vê pirsê digel Bexda yekalî bikin.
War.tv
