• Saturday, 21 February 2026
logo

Artêşa Tirk derbasi Rojavayê Kurdistanê bû

Artêşa Tirk derbasi Rojavayê Kurdistanê bû
Çêkirina dîwarê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê berdewam e. Hat zanîn ku leşkerên Tirk li sînorê navçeya Bilbilê 300 metreyan sînorê Rojava Kurdistanê derbas kirine.

Artêşa Tirkiyê ji Cotmeha 2015an ve dest bi çêkirina dîwarê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê kiriye. Dîwar li aliyê navçeyên Bilbil, Cindirês, Şiyê û Raco yên Efrînê tê çêkirin.

Li gor agahiyên ji navçeyê hatine bidestxistin, leşkerên Tirk li navçeya Bilbilê bi hinceta çêkirina dîwaran zeviyên welatiyan desteser dikin û herwiha artêşa Tirk li gundê Baliya 300 metreyan derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûye û zeviyên çandiniyê têk didin.

Zeviyên çandiniyê kolane û çekên xwe yên giran bi cih kirine. Artêşa Tirk rê nade şêniyên gundê Bêkê û Baliya ku nêzîkê zeviyên xwe bibin û yên nêzîk jî dibin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve tên gulebarankirin.

Hêjayê gotinê ye dirêjbûna dîwarê ku heta niha hatiye çêkirin gihiştiya 11 kîlometreyan.

Bilindbûna dîwar jî metre û nîv e. Li ser dîwar jî têlên rêsayî hatine danîn. Dîwar ji gundê Bêgê destpê dike heta digihe gundê Baliya yê navçeya Bilbilê.

Rudaw
Top