• Saturday, 21 February 2026
logo

Di navbera parlamenterên HDP'ê û AKPê de alozî derket

Di navbera parlamenterên HDP'ê û AKPê de alozî derket
Li Parlamentoya Tirkiyê careke din, derbarê rakirina parêzbendiyê de şerê Parlamenterên HDP'ê û AKPê derket.

Komîsyona Destûra ya Parlamentoya Tirkiyê, îro bi armanca rakirina parêzbendiya hin parlamenteran, careke din civiya.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdax, di axaftina xwe de bal kişand ser şerê heftiya borî ya komîsyonê û rexne li parlamenterên HDP'ê kir. Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan jî pê re got, "tu direw dikî" û careke din şerê devan cihê xwe pevçûnê re hîşt.

Ser dirêjbûna aloziyê, Serokê Komîsyonê Mistefa Şentop civîn bi dawî anî û heta demjimêr 18:30'ê navber da.

Heftiya borî jî di heman mijarê de şer derketibû û bo gotûbêjan navberek dirêj hatibû dayîn.

K24
Top