Şîfra Sedr a êrişê: Xelwet!
Di 30ê Nîsanê de xwepêşanderên nerazî û alîgirên Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir piştî gotara Sedir li Necefê, rêbendên ewlehiyê yên li pêşiya taxa Kesk a bajarê Bexdayê birrîn û ber bi Parlamentoya Iraqê ve çûn û parlamento dorpêç kirin.
Xwepêşanderên nerazî piştre êrişî avahiya parlamentoyê kirin û derbasî nav avahiyê bûn.
Endamê Parlamentoya Iraqê Adil Nûrî ji Rûdwê re derbarê dagirkirina parlamentoya Iraqê de wiha got:
“Muqteda Sedir gotibû di serî de ew ê derbasî taxa Kesk bibe û piştre jî xwepêşandar dê derbasî wê taxê bibin. Peywendiyên Sedir bi hêzên ewlekariyê re hebûn. Ji ber vê yekê jî ti bergilî nehat kirin. Serokê Komîsyona Ewlekariya Parlamentoya Iraqê silav dabû xwepêşanderên derbasî avahiya parlamentoyê bûne.”
Nûrî diyar kir şêfreyeke ya Sedir hebû û derbarê vê yekê de jî wiha got: “Haya me jê hebû di navbera Sedir û xwepêşanderan de şîfreyek heye. Sedir ji bo xwepêşanderan gotibû: `Heger ez di axaftina xwe de peyva Îniwa bi kar binîm, ber bi parlamentoyê ve herin.”
Adil Nûrî ji ber ku tevlî çalakiyên protestoya parlamentoya Iraqê bibû ji xwe partiya xwe YNKê hatibû dûrxistin.
Rudaw
