Referandum wê bi serxwebûnê encam bide
David L. Philips di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser referanduma Herêma Kurdistanê û wiha got: “Pêşniyara referandumê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêya serxwebûnê ji kurdan re vekir. Piştî referandumê bi salekê rêvebiriya Herêma Kurdistanê wê dest bi hevdîtinên ji veqetandina Bexdayê bikin û tu kes nikare xwe ji ber van encaman bide alî. Lewma şert û mercên kurdan ên bi Bexdayê re gelekî qels bûne.”
Konferansa ku bi hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya nûneriya Amerîkayê û Navenda Lêkolînên Polîtîkaya Kurdan li Washîngtonê hat lidarxistin ji xeyrî Hevserokê HDP’ê Selahatin Demirtaş gelek siyasetmedar û mêvan beşdar bûn.
Rudaw
