• Saturday, 21 February 2026
logo

Di teqîna li navçeya Pîran ya Amedê de leşkerek hat kuştin û 26 jî birîndar bûn

Di teqîna li navçeya Pîran ya Amedê de leşkerek hat kuştin û 26 jî birîndar bûn
Di encama êrîşeka xwekujî de li navçeya Pîrana Amedê ya bakurê Kurdistanê leşkerek hat kuştin û 26 leşker jî birîndar bûn.

Şevîdin bi otomobîleke bombekirî li dijî fermandariya leşkerên Tirkîyê êrişek pêkhat. Di êrişê de leşkerek hat kuştin û 26 kes jî birîndar bûn. Li aliyê din hêzeka leşkerên Tirk bo piştemanîyê ku ji navçeya Hênê ber bi cihê bûyerê ve diçû jî rastî êrişê hat û di encama şer û pêkdananê da 3 hêzên emnahîyê birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Tirkiyê rewşa 3 birîndaran xirabe û birîndar ji bo nexweşxaneyên Amedê hatine veguhestin. Di nava birîndarên herdu êrişan de berpirsê polîsên navçeya Hênê û berpirsekî paye bilind yê leşkerî jî heye.

War.tv
Top