Demîrtaş ji Amerîkayê daxwaz kir ku pêngavên wêrek bavêje
Di daxuyaniyekê de Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku piştî civîna li gel berpirsên Koşka Spî û Wezareta Derve, Amerîka zêdetir ji çawaniya çareserkirina pirsgirêkan têgihîştiye.
Demîrtaş rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Hikûmeta Tirkiyê girt ku helwestên wan hemû bo berdewamiya şer in û naxwazin tu aliyekî sêyemîn tê de biaxive.
Demîrtaş tekez kir ku rast e ew yek mijareke navxweyî ya Tirkiyê ye, lê pirsa Kurd bûye mijareke sereke ya deverê û divê aliyên sêyem jî di çareserkirina wê pirsê de xwedan rol bin û pêwîst e rola Amerîka û Ewropa di destpêkirina diyalogê de erênî be.
Rudaw
