Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya 1ê Gulanê
Di peyama hikûmeta herêma Kurdistanê de cejna 1ê gulanê li hemu karkerên Kurdistanê û cîhanê tê pîroz kirin û hat diyar kirin hemu karkerên cîhanê ji bo maf û daxwazên xwe yên rewa divê piştîwanî lê bê kirin û karker paydarên serekîne di civakê de û çîna xwedan ked û berhemderên welatê xwe ne.
Di peyama hikûmeta herêma Kurdistanê de tê got: ‘’Kerkerên Kurdistanê xwedî rolekî giring û bi bandor lîstine di piroseya avakirin, xwedî bingeh kirin û pêşxistina Kurdistanê de. Hikûmeta herêma Kurdistanê wek lêkolerekî din ê hemwelatiyen, bi nirxekî mezin di xema bi destanîna maf û daxwaziyên karkeran daye û ji bo baştirkirina jiyana wan û avakirina derfetên zêde û xizmetkarî û mafên giştî yên karkeran wê kar bike.’’
Basnews
