• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka ji parastina dîplomatên xwe Iraqê berpirs digre

Amerîka ji parastina dîplomatên xwe Iraqê berpirs digre
Egera vala kirina balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê heye û balyozxaneya Amerîkayê jî aşkera kir parastina giyanê dîplomatkarên Amerîkayê di berpirsyariya hêzên ewlehiya Iraqê de ye.

Piştî ku îro 01.05.2016ê careke din, xwepêşandarên ser bi Rewta Sedr avêtine ser navçeya Sewz a bajarê Bexdayê û tevliheviya avabu, gotegotên vekişîna dîplomatkarên biyanî li navçeyê belav buye. Di vê derbarê de çavkaniyekî taybet li balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Li gor rêkevtina Viyana, parastina jiyana dîplomatkaran, li ser berpirsyariya welatê xwedî male’’ ku armanc li vê Iraq e û berpirsiya parastina giyanê dîplomatkarên Amerîkayê li ser berpirsiya Iraqê.

Li gor heman çavkaniyê (BasNews): ‘’Amerîka baweriyekî bi temamî li hêzên ewlehiya Iraqê heye û wê erkê xwe bi cîh bînin û dîplomatkaran diparêzin’’ lê di derbarê vekişîna dîplomatkarên Amerîkayê de tu zanyariyek neda .

Di vê derbarê de endamekî parlamentoya Iraqê ku nexwast navê xwe aşkera bike, ji BasNewsê re ragehand, eger rewş bi vî awayî berdewam bike û alîgirên Sedr êrîş li ser binkeyên fermî yên navçeya sewz berdewam bike, ev tişta dur nîne ku welatên biyanî dîplomatkarên xwe li Iraqê bikşînin.

Basnews
Top