Parlamentoya Ewropayê: Di şerê li gel Kurdan de Tirkiyê biser nakeve
Li gorî rojnameya "Die Welt" ya Almanî Martin Schulz li ser rewşa Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê wiha got: "Rewşa Tirkiye ji aliyê demokrasiyê ve xirabe û herkû diçe rewş xirabit dibe."
Serokê parlamentoya Ewrûpayê bal kişand ser şer û pevçûnên li bakûrê Kurdistanê di navbera PKK û Tirkiyê de û wiha got: "Tirkiye wê di vî şerê leşkerî yê li dijî kurdan de bi sernekeve. Divê ev şer bi rêyên aştiyane bê çareserkirin."
Piştî bi dawîhatina pêvajoya aştiyê ya navbera PKK û Tirkiyê de, şer û pevçûn rûdan. Ji wê demê ve ji herdu aliyan û ligel sivîlan zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
K24
