• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Mêrdînê teqîn: 3 leşker hatin kuştin

Li Mêrdînê teqîn: 3 leşker hatin kuştin
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê teqînek çêbû û di emcamê de 3 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li gelek bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e. Li Nisêbînê ku bi hinceta rakirina berbest û tejîkirina xendekan ji 13ê Adarê ve derketina derve hatiye qedexekirin, operasyonên artêş û polîsên Tirkiyê li deverê berdewam in.

Li gor agahiyan vê sibê li navçeya Nisêbînê dema leşkerên artêşa Tirkiyê hewl didin dakevin nava taxên navçeyê li kolana Çag teqînek çêbû û di encamê de 3 leşker Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeyê şer û pevçûn û operasyonên dewleta Tirkiyê berdewam in û li gor agahiyên hatine bidestxistin, navenda bajêr ji aliyê polîs û leşkeran ve tê topbarankirin.

Rudaw
Top