Peymana Sykes-Picotê rojeke reş e
Komîteya Amadekar ya wê mîtingê, bang li hemû aliyên siyaysî û herwiha gelê her parçeyên Kurdistanê û kesên biyanî yên bi doza Kurd radibin dike, ku beşdariyê di wê mêtingê de bikin û peymana Sykes-Picotê wek “Rojeke Reş” ji welatên cîhanê re nîşan bidin.
Herwiha dê di wê mîtingê de hejmarek ji hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî bibin, dê gotarên siyasî jî di wê mîtingê de werin xwendin.
Peymana Sykes-Picotê di 16 meha Gulana sala 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hat îmezekirin, tê de sînorên Rojhilatana Navîn bi destkeftên şerê cîhanê yê yekem li ser welatiyên Rojava hatin dabeşkirin. Herwiha beşeke kurdistanê jî ket bin destê Yekîtiya Sofiyêt û navê Kurdistna sor lê hate kirin.
K24
