Perlemantarek Kurd li Bexda wasîyeta xwe nivîsîbû
Li gorî zanyarîyan, her yek ji ala Talebanî, seroka frakisyona yekîtîyê û Aram Şêx Mihemed, cîgirê serokê civata nûneran, digel çar perlemantarên di yên yekîtîyê, di nava tirumbêleka gollenebir da li nêzîkî hola civatê mane û xwenîşanderan derdorên wan girtine.
Rengîn Ebdulla perlemantara yekîtîyê li ser pêgehê xwe yê tora civakîya Facebookê, wasîyeta xwe nivîsîye û têda, daxwaz kirîye eger hatin kuştin, termên wan bo Kurdistanê bên hinartin, xuya jî kirîye, eger bên kuştin ew xwe bi şehîd dinasin.
Hevdem perlemantara partî Eşwaq Cafê bo War ragîhand; bo demê 20 xulekan dinava civata nûneran da asê mabû, lê bi alîkarîya hêzên pêşmerge û perlemantarên Sedir, ew şîya bi rêya tirumbêleka gollenebir, rizgar bibe.
War.tv
