Li Bexdayê êrişa xwekujî: 24 kuştî
Li gor agahiyan Rûdawê bidest xistine, îro li nêzîk Bxdayê li hemberî şieyan bi otomobîlekê bombekirî êrişek xwekujî hat kirin.
Hat zanîn di encama êrişê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 35 kes jî birîndar bûne.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Herwiha heya niha ti kes û aliyan ew êriş li xwe negirtiye.
Rudaw
